Cinayetên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst li Xezzê tên şermezarkirin
Çavkaniyên nexweşxaneyan li Zîvala Xezzê behsa jordaçûna hejmara şehîdên şêrr dikin û ragihandin ku ev hejmar rabûye 70 hezar û 125 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 171 hezar û 15 kesî.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand ku di 24 saetên buhurî de 2 şehîd ji bin kawilan hatine derxistin û 16 birîndar bo nexweşxaneyên Zîvala Xezzê hatine veguhestin. Di vê midehê de 8 meyt bo nexweşxaneyên Xezzê hatine veguhestin. Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand: Ji dema destpêbûna agirbesa Xezzê ve hejmara şehîdan gihîştiye 366 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 938 kesî û bi hesibandina amara herî dawîn, hejmara gişt goriyên şerrê jînosaydê ya Rejîma Siyonîst dijî Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika rabûye 70 hezar û 125 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 171 hezar û 15 kesî. Hemasê û Bereya Gel a ji bo Azadiya Filistînê jî bertek nîşanî êrişên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst ser navçeya Mewasî ya Xan Yûnisê dan ku di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn û Rejîma dagirki berpirsê tam ê dûhatên vî karî dan zanîn. Hemasê di daxuyaniyekî da ragihand ya ku li navçeya Mewasî ya Xan Yûnisê qewimî, cinayeta aşkera ya cengê û berçavnegirtina agirbesê ye. Bereya Gel a ji bo Azadiya Filistînê jî wek berteka li hember êrişa artêşa Rejîma Siyonîst ser konên awareyên li navçeya Mewasî ya Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezzê, ewê êrişeke tirsonek da zanîn. Antoniyo Gotrêş, Sekreterê giştî yê NY jî ji bilî şermezarkirina gera nû ya cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê, got: Hegerên qahêm hene ku nîşan didin li Xezzê cinayetên cengê pêk hatine. Mehmûd Besel, berdevkê Rêxistina Alîkarîgîhandin û Rizgarkirinê ya Xezzê jî ji bilî şermezarkirina êrişên Rejîma Siyonîst ser navçeya Mewasî ya Xan Yûnisê got: Ev cinayetên siyonîstan qonaxeke nû ji karesata mirovî ya berdewam e ku hemû rojê berûlayên berfirehtir peyda dike.