Meşqa Iqtidarê li Kendava Farsê hat lidarxistin
Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî îro li Kendava Farsê, Tengava Hormuzê û Deryaya Omanê dest bi tetbîqata Îqtidarê kir.
Ev tetbîqata du rojî dê pergalên mûşekî û xwefiran di hawîrdorek şerê elektronîkî ya tam de biceribîne. Bi baweriyeke tam, Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê dest bi tetbîqatên xwe li seranserê Kendava Farsê, Tengava Hormuzê û Deryaya Omanê kir da ku hebûna xwe ya berevaniyê li navçê xurt bike. Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdaran a Îranê, Edmîral Elîriza Tengsîrî, tekez kir ku ev tetbîqat dê ji ceribandina pergalên mûşekên deqîq û xwefirên êrîşk û keşfê di hawîrdorek şerê elektronîkî ya giştalî de pêk bê û armanc wê ev e ku hêza pêşîlêgirtina deryayî ya Îranê xurt bikin û amadebûna yekîneyên şer zêde bikin. Sertîp Elî Fedewî, Cîgirê Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, jî li ser girîngiya stratejîk a Tengava Hormuzê, ku rêya derbasbûna zêdetirî 20 milyon bermîl nift e pêgîrî kir, ku ewê dike damarek girîng ji bo enerjiya cîhanê. Wî got: Sipaha Pasdaran Tengava Hormuzê û Kendava Farsê bi rêya bejahî, deryayî û hewayî ewle dike û her hewldanek ji bo têkbirina ewlehiyê dê bi bersivek webirr û demlidest re rûbirû bibe. Wî Amerîka û rejîma Siyonîst bi beşdarbûna di krîzên herêmî û bê ewlehîtiya cîhanî de tawanbar kir. Wî her wiha got ku Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî şiyanên xwe di şerê elektronîkî de ji bo misogerkirina îstîqrarê û rûbirûbûna her gefek muhtemel, çavdêriya deryayî û kontrolkirina rêyên avê yên girîng xurt kiriye. Salih Qezwînî, karzanê meselên Îranê, jî got ku gefa sereke ya ku tê çaverêkirin Amerîka ji Îranê re çêbike, dorpêça deryayî ye û ev tetbîqat bersiveke pratîkî ye ji bo şiyana Îranê ya zêdekirina hêza xwe di avên Kendava Farsê de.