Tebax 18, 2020 02:55 Asia/Tehran
  • Heta 17ê Tebaxê; Li Tirkiyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 231 hezar û 971ê

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1002 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 231 hezar û 971ê.

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 1233 pêketiyên cureya nû ya Vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 22 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê

parve kir. Li gorî wê îro 74 hezar û 846 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 800 hezar û 88an.

Di 24 saetên dawîn de 1233 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 250 hezar û 542yan.

22 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 996an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1002 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 231 hezar û 971ê.

Hejmara nexweşên giran 686, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,5 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Ji 11ê adarê ve hejmara pêketiyan 250 hezar derbas kir. Hejmara nexweşên aktîf ku xwedî potansiyela belavkirinê ne û hatine îzolekirin 12 hezar û 575 e. Beşeke mezin a nexweşan bi asanî rehet dibin. Lêbelê belavbûn hejmara nexweşên giran ên ku dermankirina wan zehmet e, zêde dike."

 

Serepeyv