PKK: Me helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê xiste xwarê
Partiya Karkerên Kurdistanê ya Tirkiyê (PKK) ragihand; li devera Çarçela du helîkopterên artêşa Tirkiyê kirine armanc û yek ji wan ketiye xwarê.
PKKê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Hêzên me duh serê sibehê di saet 10an de li devera Çarçela ya li çiyayên Zagrosê, li nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê du helîkopterên şer ên artêşa Tirkiyê yên cûreya Skorsky kirin armanc.”
Herwiha hatiye diyarkirin ku piştî lêdana helîkopteran, hêzên wan piştrast bûne ku yek ji wan helîkopteran ketiye xwarê û ya duyem esmanê wê deverê terk kiriye.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “10 xulek piştî ketina xwarê ya helîkoptera yekem, hêzên me li pey çûn û derket holê ku helîkoptera duyem jî derbe xwariye û bi neçarî ber bi navçeya Gever a parêzgeha Colemêrga vegeriyaye.”
Li gor çend çavkaniyan jî, helîkoptera ku xistine xwarê, ji bo veguhsetina leşkerên artêşa Tirkiyê bû, lê heta niha ti zanyariyek derbarê zirarên giyanî de nayên zanîn û ji aliyê Tirkiyê ve jî derbarê vê mijarê de ti daxuyanî nehatine belavkirin.