PKK: 10 leşkerên tîmên taybet ên Tirkiyê û 6 endamên PKKê hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku hêzên wê 10 leşkerên tîmên taybet ên dewleta Tirkiyê, hatine kuştin.
PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir:“Artêşa Tirkiyê eva demek bû li navçeya Berwarî ya Sêrtê li qada Kato Hêşetê bi tîmên taybet kemîn datanî. Hêzên me ev yekîneya Tirkiyê xistin bin kontrolê û liv û tevgera wan demekê şopandin. 12’ê Tebaxê saet di 22 de hêzên me li qadeke navbera Berwarî û Hêşetê, li dijî wesayita ku yekîneya Tirkiyê tê de bû êriş pêk anî. Di encamê de wesayita dijmin bi temamî îmha bû, bi qasî ku hate tespîtkirin 10 tîmên taybet hatin kuştin.
PKKÊ herwiha ragihand: 7’ê Tebaxê artêşa Tirkiyê bi piştgiriya kontrayan li qadên Koruk û Axula yên navçeya Payîzava ya Wanê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon 13’ê Tebaxê bi rengekî bêencam bi dawî bû û hêzên dijmin xwe ji qadê vekişandin. Artêşa Tirkiyê li qadê hîn jî kemînan datîne.
1’ê Tebaxê artêşa Tirkiyê li qada Çiravê ya herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê êrişa hewayî pêk anî. Di vê êrişê de du endamên PKKê hatin kuştin.
15’ê Tebaxê saet di 15 de balafirên artêşa Tirkiyê bombe li qada Aris-Faris a herêma Avaşînê ya ser bi Herêmêa Kurdistanê barandin. PKKê dibêje: "Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye".
13’ê Tebaxê saet di 22 de balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bombe li wesayiteke li gundê Reşankê ya li herêma Zawite ya Duhokê barandin. Di vê êrişê de 3 endamên PKKê hatin kuştin.