Tebax 10, 2020 18:21 Asia/Tehran
  •  Li Mûşê bêrîvan ji bo ku pêz bidoşin her roj bi çendîn kîlomêtroyan dimeşin

Li Mûşê bêrîvan ji bo ku pêz bidoşin her roj bi kîlomêtroyan rê dimeşin û dertên zozanên ku birên pez lê ne.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Mûşê bêrîvan ji bo ku pêz bidoşin her roj bi kîlomêtroyan rê dimeşin û dertên zozanên ku birên pez lê ne.

Bêrîvan şeveqa sibê ji gundê Dereciyê ku 35 kîlomêtre dûrî navendê ye, dest bi meşê dikin, ji şiverê, gelî û newalan ra derbas dibin û diçin zozanên ku 2 hezar û 500 raqimî bilind in.

Bêrîvan cainan di binê germa havînê da dimeşin û şîrê ku ji pez û bizinan didoşin, di sîtilên mezin da dikelînin û pê penêr, mast û rûnê nivîşk çêdikin.

Ji bêrîvanan Kevser Yildizê diyar kir ku bi şeveqa sibê ra rêwîtiya wan a dijwar dest pê dike.

Yildizê diyar kir, ew bi kîlomêtroyan dimeşin da ku xwe bigihînin guherên pêz û wiha dewam kir, "Em şeveqa sibê radibin. Ji aliyekî va nên dipêjin, ji aliyekî va ji zarokan ra taştê amade dikin. Em bi heywandariyê ra debara xwe dikin. Her yek ji me rojê 10 kîlomêtre rê dimeşe û 200 pezî didoşe. Tengasiya me ya herî mezin meş e. Em qismekî penêrê ku em li vê derê çêdikin, difroşin, qismekî jî ji xwe ra dihêlin. Em 5 mehan li zozanan dimînin."

Ji bêrîvanan Halîme Yaldizê jî got ku ew ji bo dotina pêz danê sibê û danê êvarê serê rê û dirba dikevin û wiha dewam kir:

"Ji ber ku debara me ji heywandariyê tê, her sal nêzî 5 mehan em li zozanan pêz didoşin. Danê sibê û danê êvarê em rojê du cara 10 kîlomêtre rê dimeşin û diçin pêz didoşin. Serê sibê piştî taştê rêwîtiya me dest pê dike. Piraniya roja me bi dotina pêz derbas dibe. Serê her malbatê nêzî 200 mihî heye. Em pir diwestin, lê em çi bikin, mecbûr in."

 

 

 

Serepeyv