Tebax 09, 2020 23:06 Asia/Tehran
  • Davutoglu: Pirsa kurdî mehkûmî bêçareseriyê kirin

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê ragihand: “Pirsa Kurd mehkûmî bêçareseriyê kirin. Ew tenê vê yekê dizanin ku dengên we werbigrin, eger nikaribin dengên we jî bigrin, qeyûmekî dişînin we û vedigerin diçin.”

Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê, li Diyarbekirê di 1emîn Kongreya Asayî ya Diyarbekirê ya partiya xwe de axivî û diyar kir: “Diyarbekir em in, em Diyarbekir in! Wan got 'nikare partiyekê ava bike, dê nikaribe di vê rewşa dijwar de mirovên wêrek ku pê re derkevin rê bibîne'. Wan xelkê Diyarbekirê nas nedikir. Me kongreyên xwe yên 5 bajar û 100 navçeyan temam kir. Em li 67 bajar û 300 navçeyên xwe birêxistin bûn.”

Davutoglu herwiha di kongreyê de destnîşan kir: “Bi salan e, tevî Diyarbekirê, li vê herêma me qeyraneke cidî ya demokrasiyê heye. Mafê hilbijartin û namzetbûna hilbijartinan bi awayekî pratîk ji holê hatiye rakirin. Ev li demokrasiya me lêdaneke mezin e û piştgiriyeke bihêz e bo terorê. Ev ji xeynî berdewambûna cudakariyê û zirardîtina aîdiyetê, wateyeke wê ya din tine ye. Ew naxwazin hûn bi xwe, xwe birêve bibin, lewra ji demokrasiyê ditirsin. Dema hûn serokekî şaredariyê hildibijêrin, PKK bi zora çekan, qeyûmek datîne, gava hûn ji qeyûmên PKKê rizgar dibin, vê carê qeyûmên rejîmê tên. Baweriya her duyan jî bi îrada azad a welatiyên me tine ye, nikarin li ber îrada millî tehemûl bikin.”

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê li Diyarbekirê herwiha eşkere kir: “Em ê pergala ku we mehkûmî hejariyê dike, bi dawî bikin. Partiya Pêşerojê ji bo bidawîkirina pergala Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) û bi dawîkirina qeyûman heye.”

Ahmet Davutoglu got: “Ev desthilatdara hevpeymaniyê, ne xeta wê ya exlaqî, ne mirovahî û ne jî xeta wê ya aqlî nemaye.”

Davutoglu li ser mijara zimanê zikmakî jî axivî û got: “Em di wê baweriyê de ne ku perwerdehiya zimanê zikmakî û bihêzkirina wî di nav jiyana civakî de, dê biratiya me ya civakî qaîm bike.”

Serepeyv