Tebax 09, 2020 22:46 Asia/Tehran
  • Kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê dibêje serbazekî vî welatî li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin û 3 serbazên din jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê diyar kir, serbazên Tirkiyê di rûbirûbûna çekdarên PKKê de hatin kuştin û birîndarkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê herwiha dibêje ku di şer û pevçûnan de 5 çekdarên PKKê jî canê xwe ji dest dane.

Ji aliyê din ve navenda Ragihand û Çapemeniyê ya PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di êriş û operasiyonên hêzên wê ji 7 heta 9 tebaxê yên dijî leşkerên  Tirkiyê de, 34 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û derb li 2 helîkopteran jî hatiye dayîn.

Ji nîva meha Hezîrana bûrî ve, Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke serbazî kiriye û şer û pevçûn di navbera her du aliyan de heta niha berdewam e.

Ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de, bi dehan gundên navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê vala bûne û çend welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistana Iraqê jî jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne.

Serepeyv