Tebax 09, 2020 09:04 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê gundên Bankê û Evlehê yên Zaxoyê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê gundên Bankê û Evlehê ku di heman demê de herêmeke geştiyariyê ye topbaran dikin, agir bi herêmê ketiye. Her wiha li ser herêmê balafirên şer jî difirin.

Artêşa Tirkiyê duh berêvarê gundên Bankê û Evlehê yên dikevin ser Batûfayê ku girêdayî navçeya Zaxoyê ye tombebaran dikin.

Li gorî agahiyên ku me ji welatiyên herêmê girtiye, topxaneyên artêşa Tirkiyê Bankê û Evlehê topbaran dikin.

Li gorî agahiyên ku welatî dane ajansa me herêma ku tê topbarankirin geliyeke geştiyariyê ye û niha agir bi herêmê ketiye.

Li gorî agahiyên destpêkê ji derveyî zirerên madî û jîngehî ti zirereke giyanî çênebûye.

Duh her di derdora saet 13.00’an de cihekî geştûgûzariyê ya jêre têgotin Ava Marik ya ser bi Şêladizê jî hate bombebaran kirin.

Çiyayê Metîna jî her duh ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatiye bombebaran kirin, lê têkildarî encamên êrîşê ti agahiyek bidest neketiye.

Tê gotin ku wesayîteke sivîlan li gundê Bûselê ya ser bi Derkarê ku girêdayî Zaxo’yê hatiye bombebaran kirin. Lê ev agahî hîn ne hatiye piştrast kirin.
 

Serepeyv