Tebax 08, 2020 13:14 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê li Enqerê bi Balyozê Amerîkayê ra hevdîtin pêk anî

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê li Enqerê hevdîtineke girîng bi Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê ra pêk anî.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li gorî agahiyên bidestketî, Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê li Enqerê hevdîtineke girîng bi Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê ra pêk anî.

Malpera fermî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bal kişande ser vê hevdîtinê û ragihand: "Di vê hevdîtinê da Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê derbarê mijarên dualî û mijarên navçeyî şêwirîne."

Hêjayî gotinê ye, ev hevdîtin di rewşekê da pêk hatiye ku Tirkiye ji girêbesta neftî ya kompaniyeke amerîkî digel Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) li Kurdistana Sûriyê û tevgerên vê dawiyê yên Amerîkayê li bakurê Sûriyê nerazî ye û bertekine tundî li hemberî van alûgoran di hefteya bihurî da nîşan daye.

 

 

 

Serepeyv