7ê Tebaxê; Di 24 saetên dawî de hezar û 185 kes li Tirkiyê bi Covid-19'ê ketine
Tebax 08, 2020 11:19 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî (Heta 7ê Tebaxê) de hezar û 185 kesên din jî bi şewba Covid-19'ê ketine û 15 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa Koronayê (Covid-19) ên 24 saetên dawî (Heta 7ê Tebaxê) de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 15 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 185 kesên din jî bi şewbê ketine.
Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 238 hezar û 450 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 813.