Tebax 08, 2020 01:54 Asia/Tehran
  • Wan - Kîvark bi keda destê jinê digêjin ser sifreya gel

Jinên ku li navçeya Artemêtan tesîsa hilberîna kîvarkan ava kirine, hem debara xwe dikin û hem jî kîvarkan digînin ser sifreya gel. Jinên ku bi kedek mezin dixebitin anîn ziman ku ger piştgirî bê dayîn dê tesîsa hilberînê bibe debara gelek jinan.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Welatî Yilmaz Kanmiş li Gundê Zivistan ê navçeya Artemêtana Wanê tesîsa hilberîna kîvarkan ava kir û niha kîvarkan difiroşin bajarên Wan, Agirî, Erzirom Colemêrg û Îdirê. Li tesîsa hilberîna kîvarkan zêdetir jin kar dikin û hilberîn bi destê jinan pêk tê. Jinên ku li vir hilberîna kîvarkan dikin, hin rojê hezar pakêtê kom dikin û dişînin bajarên derdorê. Karkera tesîsa hilberîna kîvarkan Hasret Kanmış, anî ziman ku ji çandiniyê heta komkirinê jin hilberîna kîvarkan dikin û wiha got: "Jin ax û komposa kîvarkan amade dikin û tovê kîvarkan li nav direşînin.

Piştî 15 rojan şûn de kîvark derdikevin ser axê. Piştî kîvark mezin bûn em jin van kîvarkan kom dikin û difiroşin." Kanmiş, anî ziman ku kîvarkên ku hilberîna wan dikin difiroşin bajarên der û dorê û wiha axivî: "Ger ku derfetên me hebin em ê hilberînê û firotinê zêde bikin. Ger ku mirov baş xwedî bike û lê binêre aboriya wan û debara wan jî gelek baş e. Her kes dikare vî karî bike. Ji bo debarê çavkaniyek gelek baş e. Bi taybetî jin gelek baş dikarin vî karî bikin. Divê jin teqez karekî bikin û bi xwe debara xwe bikin. Divê jin nebin mohtacê kesekî din. Em 10 kes di vê tesîsê de kar dikin. Dema ku kîvark zêde bin hin caran hejmara jinên dixebitin zêditir dibin. Ger ku derfet û alîkarî bê dayîn em dikarin tesîsê mezintir bikin û bêtir jinan bidin xebitandin." 

ROJÊ 12 SAETAN KAR DIKIN 

Kedkara tesîsê Aslihan Dînç  jî anî ziman ku li vir kar dike û bi keda xwe zarokên xwe xwedî dike. Em serê sibê saet di 07.00’an te dest bi kar dikin heta 19.00’an dixebitin. Ez û keça xwe li vir kar dikin."

 

 

Serepeyv