Tebax 08, 2020 01:42 Asia/Tehran
  • Li Cizîrê AVM'yê kurdî qedexe kir

Çend rojan berî Cejna Heciyan li Cizîrê bi navê "Cizre Park Alişveriş Merkezi" navendeke danûstandinê vebû. Xwediyên AVM'yê (Navenda kirîn-firotinê) ji bo xebatkarên mexazeyan axavtina bi kurdî qedexe kir.

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê ji zarê Ajansa Mezopotamyayê de xwediyên mexazeyan ji bo xebatkaran gotine ku li mexazeyan deng û dîmen tê tomarkirin û ligel mişteriyan bi kurdî neaxivin.

Mişteriyek ku çûye mexazeyê bi kurdî axiviye lê bersiv bi tirkî girtiye, li ser vê pirsiye, "Hûn bi kurdî dizanin, çima hûn bi tirkî bersivê didin?", xebatkar bi gotina "Xwediyên mexazeyan axaftina bi kurdî qedexe kirine. Em bi kurdî biaxivin dê me ji kar derxin."

 

 

 

Serepeyv