Tebax 07, 2020 14:16 Asia/Tehran
  • Şerê giran û dijwar li Heftenînê di navbera artêşa Tirkiyê û PKK de 

Li gor Wezareta Berevaniyû ya Tirkiyê li Heftenînê ya Herêma Kurdistana Iraqê di dawîn pevçûnê de 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û PKK jî dibêje, 13 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Li Heftenînê şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û şervanên PKKê de berdewam in û herdu aliyan jî amarên şer belav kirin.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê ya Anadoluyê ku nûçeya xwe ji zarê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê radigehîne, li Heftenînê di pevçûnekê de 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya PKKê jî derbarê dawîn şer û pevçûnên li Heftenînê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku hêzên wan roja 5ê Tebaxê li girê Dûpişk ê Heftenînê êrişî serbazên Tirkiyê kirine û di encama pevçûnê de 9 serbaz hatine kuştin û 6 serbaz jî birîndar bûne.

Her li gor wê daxuyaniya PKKê, li çiyayê Xamtîr jî li heman deverê serbazên Tirkiyê bûne armanca êrişa hêzên PKKê û di encamê de 4 serbaz hatine kuştin.

Ev di demekê de ye ku Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duh, 05.08.2020, kuştina cerdevanekê bi tenê li Heftenînê ragihandibû.

Roja 15ê Hezîranê Artêşa Tirkiyê, bi rêya asmanî operasyona ‘Çengê Baz’ û roja 17ê Hezîranê jî bi rêya zemînî operasyona ‘Çengê Piling’ da destpêkirin.

Tirkiye dibêje, ew operasyon li dijî PKKê hatine destpêkirin, lê bi sedema berdewamiya bombebaran û topbaranên vê dawiyê, ziyaneke madî ya mezin gihişte xelkê li deverên sînor û welatiyên sivîl ên bakura Iraqê jî bûn qurbaniyê van şeran.

Li gor rapora Parlemana Herêma Kurdistanê  di encama  wan operasyonên Tirkiyê yên di naverasta meha Hezîranê de li sînorê Herêma Kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin.

Her li gor vê raporê Artêşa Tirkiyê sînorê Herêma Kurdistanê bi firehiya 40 kîlometre û kurahiya 15 kîlometre derbas kiriye.

Serepeyv