Tebax 07, 2020 10:59 Asia/Tehran
  • Polisên Tirkiyê li Edene 13 ciwan desgîr kirin 

Li Edene di encama operasyona li dijî partiyên piştgirê mafên kurdan de polîsên Tirkiyê 13 ciwan hatin destgîr kirin ku endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û MP'yê Ferhat Kalkan jî di nav de bû. 

Polîsên Tirkiyê hevdem bi ser gelek malan de girt, deriyên hin malan jî şikandin û firaxên malan serûbin kirin.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û MP'yê Ferhat Kalkan û endamên Meclîsa Ciwanan ên Edene jî di nav de 13 ciwan bi tometbariya 'endamên rêxistina terorê' hatin desgîrkirin, piştî ku kontrola wan a tendiristiyê hate kirin, ew birin Midûrtiya Bajêr a Edene.

Ferhat Kalkan dema ku hate desgîrkirin polîsên Tirkiyê derb lê dan.

Kesên ku hatine desgîrkirin û navên wan diyar in: Ferhat Kalkan, Halît Şaşmaz, Mûhîttîn Kaya.

Kalkan li maleke din hate desgîrkirin ji ber wê ji endamên malbatê re hate gotin, divê yekî ji malbatê bibin emniyetê û Mûhîttîn Kaya jî birin Midûrtiye Emniyetê ya Edene.

Serepeyv