Tebax 06, 2020 19:09 Asia/Tehran
  •  Geliyê Girmanayê li Hekîmxana navçeya Meletiyê

Geliyê Girmanayê ya li Hekîmxana navçeya Meletiyê bi xweşikahiyên tebiî va li benda ziyaretvanan e.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Ji nava geliyê ji hît û zinaran pêk tê ra Çemê Zihayê derbas dibe û dîmenên darên li dora çêm dîmenên balkêş derdixin holê.

Gelî 20 kîlomêtre li dûrî navenda navçeyê ye, li gelî îmkanên çalakiyên sportîf jî hene. Zinarên li gel jî balê dikişînin.

Tebîethezên ji qerebalixî û stresa bajêr aciz dibin vê derê wekî rawestgeha bêhnvedanê dibînin.

Havînê germahiya ava ji nav zinarên gelî dikişe hetanî 0 pileyî dadikeve û ziyaretvan li vê derê seyranê dikin.

 

 

 

Serepeyv