Tebax 05, 2020 10:10 Asia/Tehran
  • Li Riha û Gumgumê serdanên ji bo taziyê hatin qedexekirin 

Li her du parêzgehên kurdnişîn ên Riha û Gumgumê (Mereş) di rojên dawiyê de, ji ber zêdebûna hêjmara nexweşên vîrûsa koronayê, serdanên ji bo taziyê hatin qedexekirin.

Ji ber ne pabendbûna tedbîrên li hemberî koronayê û zedebûna hejmara haletên koronayê her du parêzgariyê3n Gumgum û Rihayê li başûrê rojhilatê Tirkiyê biryara qedexekirina serdanên ji bo taziyê derxist.

Parêzgariya Gumgumê ragihand ku bi mebesta rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê hinek tedbîrên nû hatine wergirtin.Di wê çarçoveyê de li wî bajarî serdanênên ji bo tayziyê hatin qedexekirin.

Ji aliyê din v walîtiya parêzgeha Rihayê jî ragihand ku, di rojên dawî de hêjmara nexweşên koronayê her ku diçe zêdetir dibe û li gor encamên pişkinînan, piraniya sedemên vegirtin û zêdebûna nexweşên bi vîrusa Coronayê di encama serdanên taziyê de çêbûne.

Parêzgariya Rihayê dibêje ji ber vê yekê li parêzgehê û navçeyên wê serdanên ji bo taziyê li malan û mizfeftan hatine qedexekirin.

Parêzgariya da zanîn ku, ji vir û pê ve, agahdarkirina xwediyên miriyan dê ji aliyê karmendên mizgeftê ve bên kirin.

Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê ragihand, li bajarê Gumgumê, Dr. Mustafa Ozlu yê 35 salî ku pisporê nexweşiyên derûnî bûye, ji ber pêketina bi vîrusa COVID-19 jiyana xwe ji dest daye.

Li gor amarên Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 233 hezar û 851 kes bi Koronayê ketine, ji wê hejmarê 5 hezar û 747 kesan canê xwe ji dest dane û tendirûstiya 850 kesan jî xirab e. Bi giştî heta niha 217 hezar û 497 kes jî baş bûne.

Serepeyv