Tebax 05, 2020 09:17 Asia/Tehran
  • Li Tirkiye 1083 kesên din bi koronayê ketin 

 Li gor amarên nû li Tirkiyê di dema 24 saetên derbasbûyî de 18 kes bi vîrusa koronayê mirine û hezar û 83 kesên din bi koronayê ketine.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê, Fahrettîn Koca li hesabê xwe yê Twitterê amarên nû yên taybet bi vîrusa koronayayê anku Covid-19 belav kir û dibêje rêjeya pêketiyên koronayê bilind bûye.

Li gor amarên hatine belavkirin, li Tirkiyê di nava 24 demjimêran de 46 hezar û 249 pişkinînên koronayê hatine kirin û li gor encaman, hezar û 83 kes bi vîrusa koronayê ketine û 18 nexweşên koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê diyar kiriye, di 24 saetên borî de herwiha 994 nexweşên koronayê rewşa wan baş bûye û ji nexweşxaneyan bo mal hatine şandin, ku bi vî awayî hejmara başbûyan gihîşte 218 hezar û 491 kesan.

Bi amarên îro re, li Tirkiyê heta niha 234,934 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û ji wê hejmarê jî 5,765 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha li gor daxuyaniya Fahrettin Koca, ji destpêkê ve heta niha 4 milyon û 973 hezar û 466 pişkinînên koronayê li Tirkiyê hatine kirin.

Koca diyar jî kir, ku li Tirkiyê niha 583 nexweşên COVID-19 di bin çavdêriya hûr de ne û rewşa wan dijwar e.

Serepeyv