Tebax 04, 2020 23:14 Asia/Tehran
  •  Di Girtîgeha Tarsûsê de 5 girtî bi vîrûsa koronayê ketin

Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tarsûsê, Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban jî di nav de 5 girtî bi vîrûsa koronayê ketin û nayin derman kirin.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsê ya Mêrsînê, Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat a bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin Îsmaîl Çoban, di hevdîtina xwe ya duh a bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku bi 4 hevalên xwe re bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ketine. Çoban, destnîşan kir ku girtiyên bi vîrûsê ketine, nayên dermankirin. 

Çoban, da xuya kirin ku rewşa tenduristiya girtiyan xeternak e û got: “Hevalên me ev 14 roj in têkoşîna jiyanê didin. Lê tiştek ji bo wan nayê kirin. Tenduristiya me pir cîdî ye û di talûkê de ye. Em rastî binpêkirinên mafên cîdî tên. Dibe ku em carek din, dernekevin hevdîtina telefonê.”

 

 

Serepeyv