Tebax 04, 2020 15:42 Asia/Tehran
  • Wezîrê Ragihandinê yê Tirkiyê:

Mebûsa HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay pirsiyarnameyek da Wezîrê Ragihandinê yê Tirkiyê û jê pirsa çima anons bi kurdî nayê kirin kir û xwest ku di balafir, trên û amûrên ragihandinê yên wekî wan de kurdî jî ligel zimanên din bê bikaranîn.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Wezîrê Ragihandinê yê Tirkiyê Adil Karaismailoglu bersiv da û got ku di karên ICAO'yê (Organîzasyona Karên Hewayê ya Sivîl a Navneteweyî) de zimanên fermî îngilîzî, fransizî, spanyolî, rusî, erebî û çînî ne û ev yek lê zêde kir: "Ji ber zimanê fermî yê Tirkiyê tirkî ye loma bi zimanê welat pêşî anons tê kirin, ji ber zimanê karên heweyê ya navneteweyî bi îngilîzî ye bi wê jî anons tê kirin, tabela têne çêkirin. Li aliyê din li stasyonên rêyên hesinî tabela û anonst bi zimanê me tirkî tê kirin. Lê stasyonên rêwî lê pir in lewhe û anonsên bi deng zimanê hevper ê navneteweyî îngilîzî tê bikar anîn. Li otogaran di vî warî de rêgezek nîn e."

 

 

 

Serepeyv