Tebax 04, 2020 08:57 Asia/Tehran
  • Meclîsa Jinan a HDP’ê: Têkoşîna jinên êzidî têkoşîna me ye

Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî Komkujiya Şengalê daxuyanî da û got: “Em jin, berxwedan û têkoşîna jinên Êzidî yên ku tevî hemû zilm û îşkenceyê li wan hatin kirin li ser piyên xwe man, careke din silav dikin. Têkoşîna wan, têkoşîna me ye.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Meclisa Jinan a HDP’ê bi boneya salvegera 6’emîn a di encama êrişên DAIŞ’ê de li Şengalê komkujî pêk hat daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de banga “Bila ‘3’yê Tebaxê Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirina Nijadî’ bê ragihandin” hat kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrişa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran êzidî hatin qirkirin, 6 hezar jin û zarok hatin dîlgirtin û 400 hezar êzidî jî bi darê zorê hatin koçberkirin.

 

 

Serepeyv