Tîrmeh 31, 2020 14:15 Asia/Tehran
  •  Ahmet Turk: Modela qeyûm hilweşiya

Têkîldarî operasyonên bertîlxwarin, bêûsilî û sextekariye de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û ji peyvirê girtin, nirxandin kir û got: "Modela qeyûm êdî têk çû û hilweşiya."

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Di demên borî de, di çarçoveya bertîlxwarin û bêûsiliyê de der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji hêla Serdozgeriya Komerê ya Mêrdînê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di nav de rêveberên payebilind jî heyî 15 kes hatin binçavkirin. Heta niha Serokê Şîrketa Ceryanê DEDAŞ’a Mêrdînê Mehmet Bûlût û serokên daîreyên şaredariyê û karsaz jî di nav de 5 kes ji ber bertîlê û sextekariyê hatine girtin. Tê gotin ev ekîb ji 2016’an ve bertîlê dixwe û karê ne li gorî rêbazê birêve dibin. Di serdema qeyûm de milyonek û 180 milyon TL şaredariyê ketibû bin deyn û qasaya wê hatibû valakirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine, têkildarî operasyonên bertîlxwarin û bêûsiliyê nirxandin kir. Turk diyar kir ku modelê qeyûman têk çû û got ku ev kes divê hesab bidin gel.

 ‘ÎHALEYÊN MEZIN HATINE ÇÊKIRIN’ 

Turk, anî ziman ku cara yekeme ku li dijî şaredariyekê operasyoneke bi vî awayî pêk tê û wiha got: "Wan şaredarî bi tevahî talan kirin. Butçeya şaredariyê 375 hezar TL ye. Lê deynê wê 2 milyar lîre ye. Deyn sê qatî butçê ye. Di dinyayê de tiştek wiha nehatiye dîtin. Lê gava ku hûn lê binerin, ji bo xîzmeta gel bi tu awayî xebatek nehatiye kirin. Ligel van  deynên pir zêde, em dibînin ku tu xebat nehatiye kirin. Me li navenda navçeya Qoserê û gundan, xebatên asfaltê dabûn destpêkirin. Lê piştî ku qeyûm hat tayînkirin, ew xebat rawestandin. Di serdema duyemîn de me şaredarî bi  63 mîlyon lîre deynê dewr girt. Di serdema duyemîn de jî, me 600 mîlyona hilgirt. Li gorî agahiyên ku me girtin di hilbijartinên  şaredarê ya duyemîn de ev deyn di  2 trîlyon zêde bûye. Di van kirinan de rol û misyona qeyûm gelek e. Ji ber ku piraniya van îhaleyan dan şîrketeke  Elezîzê. 8 îhale dan şirketeke cuda. Piştre navê vê şîrketa duyemîn guhertin. 3-5 îhale jî dan vê şîrketê. Hûn ji ku ve lê binêrin, di holê de şermeke mezin heye. Divê ev kes hesab bidin gel.” 

‘GER EDALET HEBE DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN’ 

Turk, destnîşan kir ku li Tirkiyê ne pêkan e ku mirov behsa edelet û hiqûqê bike û wiha lê zêde kir: "Ger edalet hebe, divê  hesabê vê bê pirsîn. Kesên ku qeyûm peyvirdar kirin hatine binçavkirin. Ez dikarim eşkere bikim ku li vir ji xeynî tunekirina vê hişmendiyê,  ceribandinek cidî heye. Lekolînvanan  gazî hevalek ku di dema me de xebitiye kiriye. Ew nîşanî me dide ku ew vê lêpirsînê cidî digirin. Bê guman, niha ev  tene nêrîn e. Lê wê çawa bibe û ewê di demên pêşiyê de  bi heman cîdiyetê nêz bibin, em nizanîn.” 

‘PERGALA QEYÛM TÊK ÇÛYE' 

Turk, da zanîn ku li herêmê modele qeyûman têk çû û wiha pê de çû: "Qeyûman şaredarî kirin şaredariyê ku ji gel re xîzmet nekin. Armanca qeyûman ew e ku têkiliya me ya bi gel re qut bikin. Di vir de biryareke sîyasî û lîstîkek heye. Tayinkirina qeyûman êrîşa li dijî vê yêkitiyê ye. Ji ber ku di serdema me de bi xebatên serkeftî dihat rêvebirin. Niha dixwazin ku vê têkiliya me ya bi gel re qut bikin û ji holê de rakin. Lê wan bi vê rêbazê encamek serkeftî negirtin.” 

‘MIXABIN EM LI WELATEK BÊQANÛN Û BÊEDALET DIJÎN’ 

Turk, herî dawî bibîr xist ku gelê Mêrdînê giştî ji van bêûsuliyê û bêrtilxwarinan agahdar bû û got: "Ji ber vê xwestin midaxele bikin. Em têkoşîna demokrasiyê didin û têgihiştinek me heye ku ji  gel re xîzmet dike. Kesên bi hilbijartinê hatine hilbijartin, divê bi hilbijartinê biçin. Divê bi birayara gel biçin. Bi awayeke ne edaletî tayinkirina qeyûman, dijberî hiqûq û demokrasiyê ye. Lê mixabin em li welatekî bêqanûn û bêedelet dijîn.” 

 

 

 

 

Serepeyv