Tîrmeh 30, 2020 13:58 Asia/Tehran
  • Tirkiyê Qanûna Kontrola Torên Civakî dan pesendkirin / Erdoxan: Platformên derveyî jibo vî miletî guncan nînin

Receb Teyib Erdoxan Serokoamrê Tirkiyê ragihand ku rêzik û qanûnên Tirkiyê jibo kontrolkirina medyayên civakî an girêdana wan dide nasandin.

Li gorî rapora Fars Newsê ji zarê Independentê, Roja çarşemiyê meclîsa Tirkiyê pêşniyarqanûneka bi gengeşe pesend kir ku li gorî wê rê jibo kontrola zêde ya dewletê li ser medyayên civakî tê vekirin.

Li gorî vê qanûnê medyayên mîna Facebook û Twitter divê nûnerên xwecihîyên fermî yên xwe ji dewletê ra bidin nasnadin û destûrên dadgehê derbarê jêbirina babetên daxwazkirî cih bînin.

 

Serepeyv