Tîrmeh 28, 2020 08:52 Asia/Tehran
  •  Birîna daran a li Cûdî gihîşt berwarê bajar

Birîna daran a ku li çiyayê Cûdî ji aliyê cerdevanan ve ji bo lêkirina qaleqolan tê, gihîşt berwarê bajarê Şirnexê. Niştecihên herêmê, li dijî bêdengiya ji bo birîna daran a ku her carê li herêmekê pêk tê, bi bertek in.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Birîna daran a ku mehên borî li herêma çiyayê Cûdî dest pê kir, hê jî didome. Birîna daran ku ji aliyê cerdevanan ve tê kirin, li gundên Cifane, Nerex, Gilindor û Nêvava yên girêdayî navenda Şinrexê û li gundên Sorbitnê û Bêşêrê yên aliyê navçeya Silopyayê didome. Dîsa li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî yên bejahiya gundê Gundikê Remo jî dar tên birîn. 

DARÊN TÊN BIRÎN TÊN FIROTIN 

Li herêmên navborî heta niha bi deh hezaran dar hatine birîn. Darên ku ji bo înşaatên qaleqol û qereqolên ku li herêmê çêkirina wan berdewam dike, tên birîn, ji aliyê cerdevanan ve ji bo firotinê ji bajarên aliyê rojava re tên şandin. Têketina herêmên ku dar li wan tên birîn, ji aliyê cendirmeyan ve destûr nayê dayîn. 

BERTEKA LI DIJÎ BÊDENGIYÊ 

Welatiyên ku li nêzî herêmên dar li wan tên birîn dimînin, li hemberî rewşê bi bertek in. Jineke ku birîna daran di cih de ditiye û nexwest navê xwe bide, bi van gotinan bertek nîşanî rewşê da: “Bi hezaran darên berûyan bi motorê dibirin. Li gel ku qaleqol tê çêkirin jî birîna daran didome. Xweza bê bêhn dimîne.” Piştre diyar kir ku berteka ku ji bo herêmên din tê nîşandan ji bo Cûdiyê nayê nîşandan û bêdengiyê vê derbarê de rexne kir. 

Jineke din jî destnîşan kir ku dema birîna daran a li herêmên ku zarokatiya wê lê derbas bûye dibîne gelek aciz dibe û ev tişt vegot: “Bi birîna her darekê re ji laşê min parçeyek diçe. Ez ji ber vê gelek êş dikişinim.”

 

 

 

Serepeyv