Tîrmeh 27, 2020 09:32 Asia/Tehran
  • 26ê Tîrmehê; Li Tirkiyê 208 hezar û 477 kes ji Kovîd-19'ê baş bûn

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn heta 26ê Tîrmehê da teşxîsa Kovîd-19'ê dan 921 kesan, 16 kes mirin, jimara haletan bi tevahî derket 225 hezar û 173yan, jimara miriyan derket 5 hezar û 596an

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn heta 26ê Tîrmehê da teşxîsa Kovîd-19'ê dan 921 kesan, 16 kes mirin, jimara haletan bi tevahî derket 225 hezar û 173yan, jimara miriyan derket 5 hezar û 596an. 1103 kesên din baş bûn û jimara kesên tedawiya wan a Kovîd-19'ê temam bûn derket 208 hezar û 477an.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyê" ya lu li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 43 hezar û 312 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19'ê dan 921 kesan. Di 24 saetan da 16 kesan wefat kir, 1103 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 4 milyon û 532 hezar û 672yan, jimara haletan derket 225 hezar û 173yan, jimara miriyan jî derket 5 hezar û 596an.

Jimara nexweşên di yekîneya lênêrîna awarte da 1252, jimara kesên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 386, jimara nexweşên baş bûn bi tevahî derket 208 hezar û 477an.

- "Îhmala kesên din divê ji bo terikandina tevdîran wek hincet neyê qebûlkirin"

Wezîrê Tenduristiyê Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê ya der barê daneyên dawîn da got ku:

"Hefteya dawîn bajarên ku rêjeya pnomonîliyê herî zêde kêm bûn Artvîn, Mûş, Denizlî, Duzce, Erzirom, yên herî zêde bûne Isparta, Kocaelî, Mêrdîn, Karaman. Sedema wê çi dibe bila bibe îhmala kesên din divê ji bo terikandina tevdîran wek hincet neyê qebûlkirin."

 

 

Serepeyv