Tîrmeh 26, 2020 20:11 Asia/Tehran
  • PKK: Li Heftanîn û Çelê 14 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya PKK’ê ragihand ku di êrişên wê li Heftanînê û Çelê de 14 leşker hatine kuştin, 2 kon û mobeseyek hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya PKK’ê derbarê êriş û operasiyonên hêzên xwe daxuyaniyek da û tê de ragihand ku hêzên wê di çarçoveya cenga Heftanînê de di 24’ê Tîrmehê de saet 09:45’an de li Tepê Kartal li dijî Artêşa Tirkiyê operasiyonek pêk anî û di çarova vê operasiyonê de hêzên wê ji 3 milan ve êrişî ser Artêşa Tirkiyê kir ku di encamê de 2 kon û mobeseyek îmha bûn û 11 leşker jî hatin kuştin.

 PKKê herwiha dibêje ku hêzên wê16:30’an de li qada Xantûrê êrişeke li dar xist. Di vê êrişê de jî leşkerekî hate kuştin.Herwiha ew di dewamê de radigehîne ku saet 20:30’an jî hêzên wê li qada Tepê Dûpişk li leşkerên Tirkiyê daye. Di vê êrişê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

PKKê di daxuyaniya xwe dibêje ku hêzên wê di 24’ê Tîrmehê de saet 11.00’an li dijî leşkerên ku li qada Şîfreza ya Çelêya Colemêrgê yên ku dar dibirîn û kozik dikolan, êrişek li dar xistin ku di encama vê êrişê de leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Hêzên Tirkiyê piştî êrişa PKKê, operasyonek dane destpêkirin, lê di heman rojê de ji qadê vekişiyane.

Di 12’ê Tîrmehê de artêşa Tirkiyê li qada Aşkîta ya Elbaka Wanê operasyoneke mezin da destpêkirin. Hêzên Tirkiyê di 20’ê Tîrmehê de jî bêyî ku encamê werbigire ji qadê vekişiyan lê li qadên Axula, Gozeldere, Aşkîta, Sûlavê û Paçanê kemîn danîne.

PKKê derbarê kuştî û birîndarên xwe ti tişt negotiye.

Serepeyv