Tîrmeh 26, 2020 09:45 Asia/Tehran
  • Stenbol- 3 Dayîkên Şemîyê hatin binçavkirin

Dayikên Şemîyê jibo ku çarenûsa xizmên xwe yên di binçavkirinan de hatine bêserûşûnkirin werin eşkere kirin û kiryarên van bûyeran werin darizandin di hefteya 800an de careke din li Qada Galatasayê kom bûn.

Di hefteya 800an de Dayikên  Şemîyê tevî hemî astengkirinên polîsan jî jibo xizmen xwe qerenfîl danîn Qada Galatasarayê.

Herwiha Mirovên Şemîyê xwestin ku daxuyanîyekê li vê qadê bixwînin, lê polîsan rê neda û 2 jê jin 3 Mirovên Şemîyê hatin binçavkirin.

Di demê binçavkirinan de hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokê Giştî yê Komala Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî li qadê bûn. Hevserok Buldan li vir li ser navê Mirovên Şemîyê daxuyanî xwend û got, “Emê dev ji Qada Galatasarayê bernedin.”

“Di hefteya 800an de careke din em bi biryar in û emê li maf û azadîya xwe xwedî derkevin. Heta ku Tirkîye nebe dewleta hiqûqê û demokratîk nebe emê bêdeng nebin. Heta ku winda neyên dîtin û kiryarên windakirinan neyên cezakirin emê dev ji Galatasarayê bernedin.”

Piştî daxuyanîyê Serokê Giştî Yê Komela Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî bertek nîşanî astengkirin û binçavkirina Mirovên Şemîyê da û got: Cudakarî li asta herî jor e. Hemî xwepaşandanên desthilatî û aligirên wê serbest in. Lê di hefteya 800an de ku wek sembolîk jî nehiştîn em qerenfîlan danin qada Galatasarayê. Ev jî bila şerma desthilatdarîyê be. Ev kiryaran nayên ji bîr kirin.”

Turkdogan herî dawî dîyar kir ku piştî pêvajoya nexweşîya vîrusa korona ewên bi Dayîkên Şemîyê re çalakîyên runiştinê bidomînin.

Serepeyv