Tîrmeh 25, 2020 17:45 Asia/Tehran
  • Serokê CHP'ê ji siyaseta navxweyî û derveyî ya Erdoxan rexne kir

Rêberê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) got: Receb Teyib Erdoxan berpirsê rewşa xerab a aborî û siyasî ya Tirkiyê ye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Kemal Kilîçdaroxlû, Rêberê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) roja Şemiyê bi tundî ji helwêstên navxweyî û derveyî yên Receb teyib Erdoxan serokomarê vî welatî û Partiya serdest a AKP'ê rexne kir û got ku siyasetên wî welat têk bir.

Kilîçdaroxlû ku pêştir ji pêwendiyên navbera Erdoxên û Qeterê rexne kiribû, îro careke din got: "Ji ber Erdoxên û hevbendiya wî digel Qeterê, serxwebûna me ya aborî li ber xeterê ye."

Rêberê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) got: Jibo Tirkiyê hebûna qanûneke nû ya bingehîn pêwîst e.


 

Serepeyv