Tîrmeh 25, 2020 14:49 Asia/Tehran
  •  Zozanê Dûmanli ji zindîbûna xwe ya berê dûr ketiye

Zozanê Dûmanli ya li navçeya Dîgor a Qersê, malbatên di karê sewalkariyê de zirar kirin, berê xwe dan karên cuda û ji ber vê her sala derbas bû hejmara malbatên derdikevin zozanan kêm bûn û Zozanê Dûmanli ji zindîbûna xwe ya berê dûr ket.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Bi sedan malbatên karê sewalkariyê dikirin her sal di mehên havînê de berê xwe didan Zozanê Dûmanli ya dikeve kendalên Çiyayê Kolîk a navçeya Dîgor a Qersê. Lê di salên dawî de, ev hejmar her ku çû kêm bû. Welatiyên li gundê Bacelî û Qizilqûlê yên navçeyê dijîn, sewalên xwedî didin di mehên havine de derdizin Zozanê Dûmanli û wan didin çêrandin.   Gundiyên sê mehan li zozanan di konan de dimînin, pêdiviyên xwe yên ceyranê bi panelên rojê û yên avê jî bi bîrên kulandin dabîn dikin. Gundî li vê derê piranî penîr û rûn çêdikin û di peyizê de jî cardin vedigerin gundê xwe. Lê Zozanê Dûmanli li gorî salên derbasbûyî ji zindîbûna xwe ya berê dûr ketiye. Berê bi sedan malbatên van her du gundan berê xwe didan zozanan, lê niha ev hejmar ketiye bin 50’î malbatê. 

BI ÇÛYÎNA CIWANA RE KEYFXWEŞIYA BERÊ NEMAYE 

Fevzî Ozbogan ê 78 salî, diyar kir ku ji ber koçberiya ber bi metropolan ve li gundan ciwan nemane û wiha axivî: “Bi çûyîna ciwanan re keyfxweşiya berê jî nema. Em pir beriya rojên berê dikin. Ji bilî me pîr û kalan êdî kes nayê vê derê. Ger wisan biçe, piştî demekê emê hatina zozanan ji bîr bikin. Berî demekê ez çûm Stenbolê gel zarokên xwe. Weke ku ez di girtîgehek servekirî de bim. Ez hewaya vê derê bi cîhanê naguherim.” 

GUND VALA BÛN 

Seyîtxan Ozbogan jî, anî ziman ku her salê piştî 15’ê Hezîranê berê xwe didin zozanan û wiha bilêv kir: “Bi sedam malbatî re me sewalên xwe diçêrandin. Lê êdî kes mîna berê dernakevin zozanan. Ji ber ku gundiyan di karê sewalkariyê de zirar kirin, dest ji vî karî berdan û berê xwe dan karên cuda. Di heman demê de ji ber koçkirinê jî gundên me vale bûn.” 

XWEŞIYA BERÊ NEMAYE 

Jina 65 salî Hanim Bakir a 15 sal in li Stenbolê dijî jî wiha got: “Ji ber şewba vîrûsê piştî bi salan ez hatim zozanên lê mezin bûme. 45 roj in li vê derê me. Êdî ew xweşiya berê nemaye. Mirov weke berê nayin zozanan. Em rojên berê pir tînin bîra xwe.”

 

 

 

Serepeyv