Tîrmeh 25, 2020 10:16 Asia/Tehran
  • 24ê Tîrmehê (Tirkiye) - Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 580 kesî

Wezîrê Tenduristiyê ragihand ku îro 17 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 928 kes jî bi koronayê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 580 kesî.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên îro yên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bi raya giştî re parve kir. Koca diyar kir ku îro 17 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 937 pêketiyên koronayê jî hatine tespîtkirin. Bi daneyên îro re bi giştî 5 hezar û 580 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara pêketiyên koronayê jî derket 224 hezar û 252 kesî.

 

Serepeyv