Tîrmeh 24, 2020 21:26 Asia/Tehran

"Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî" bang kirin ku rêjeya tayînkirina mamosteyên kurdî werin zêdekirin û li dibistanan jî kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî" têkildarî tayînkirina mamosteyên kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Înîsiyatîfê wiha ye:

“Di roja 26.01.2011an de Lijneya Xwendina Bilind (YOK) vebûna beşên ziman û edebîyata Kurdî pesend kir. Bi biryara YOKê re li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, Zanîngeha Muş Alparslanê û Zanîngeha Bîngolê beşên ziman û edebîyata Kurdî vebûn. Li gel vana dîsa li Zanîngeha Çewligê û li Zanîngeha Mûnzûrê ya Dersimê beşên ziman û edebîyata Zazakî hatin vekirin. Heta niha bi sedan xwendekar ji van beşan derçûn û dîplomayên lîsansê wergirtin. Hîn jî her sal zêdeyî 100 kesî ji van beşan der diçin. Mixabin wezareta perwerdeyê salê 2-3 kesan ji van mamosteyan wezîfedar dike. Li gel ewqas mezûn û xwendekarên Kurd yên li dibistanên seretayî û navendî, em vê hejmarê kêm dibînin û daxwaz dikin ku di demeke nêz de hem mamoste hem jî xwendekar bigîhêjin mafê xwe yê rewa. 

 

DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ 

 

Her weha bi vê daxwazê ve girêdayî banga me li xwedî û berpirsên kolej û zarokxaneyên li bajarên bi piranî Kurd lê dijîn e ku di mufredatên wan de dersên Îngilîzî, Erebî, Fransî û hwd. hene lê Kurdî tune ye. Daxwaza me ev e ku Kurdî jî têxin nav perwerdehiya xwe ya pirzimanî. 

 

BANGA LI PÊŞENGAN 

 

Em daxwazê ji hemû nûnerên siyasî, çand ziman û kultura Kurdî, saziyên sivîl û berpirsên komeleyan û rewşenbîrên Kurd dikin ku ji her demê bêtir îro xwedî li zimanê Kurdî derkevin.”

 

 

Serepeyv