Kongresê qanûna ferzkirina cezayên li dijî Tirkiyê erê kir
Kongresa Amerîkayê di civînê de têkildarî ferzkirina serokomarê vî welatî Donald Trump ji cezayê li dijî Tirkiyê erê kir û sedema rewabûna vê biryarê jî kirîna sîstema parastina moşekên rûsî ya S-400 e.
Malpera El Monitor a Amerîkayê diyar kir ku endamên meclisa nûneran bi giştî xwedî li guhartina di qanûna parlamenterê Komarparêz Adam Kinzinger û parlamentera Demokratparêz Abigail Spanberger de ku wekî beşek ji projeya qanûnên parastina salane ye, derketin.
Kinzinger dema hefteya derbasbûyî qanûn pêşkêş kir daxuyand ku Tirkiyê hişyariyên endamên NATO`yê yên têkildarî hevpeymana çekên bi Rûsyayê re paşguh kirine û beşa yekemîn a sîstema parastina moşekan rûsî ya S-400 erê kir.
Wî her wiha da zanîn ku divê were diyarkirin ku kiryarên Tirkiyê nayên afûkirin û Enqere dê rastî cezayên tund were û qanûnên wan dê li dijî Tirkiyê cezayan pêk bîne.
Par Tirkiyê S-400 li ser balafirên şer ên Amerîkayê test kir û vê yekê hişt ku fikar li ser Rûsya çêbin ku sîxortiyê li alavên leşkerî yên Amerîkayê bike.
Tevî ku hin hevalbendên serokê Komarparêz ê kongreyê têkildarî cezayên li dijî Tirkiyê zext jî kir, lê dîsa jî rêveberiya Trump red kir cezayan ferz bike.
CAATSA li ser her welatekî ku beşdarî "Hevpeymaneke girîng" a bi aliyê parastina Rûsyayê re bibe dê cezayan bibire.
Parlamenter Mike McCall ê ku alîkariya fomara guhartina Kinzinger kiriye, got divê rêveberî cezayan li dijî kirîna Tirkiyê ji S-400’î ferz bike ku Tirkiyê di vê qanûnê de gavên zelal biavêje û zirerên ji ber kirîna moşekan sererast bike.