Tîrmeh 22, 2020 20:57 Asia/Tehran
  • Tirkiye - Di astek bilind de dikan-mexaze-restorant têne girtin

Bi serdema pandemî re li Tirkiyê di warê mişterî û firotina tiştan de asta herî xirab serdest e û ji ber vê yekê gelek dikan têne û markayên kilît li deriyên xwe didin.

Li gorî rapora malpera Diyarname, Li ser vê yekê Yener Karadenîz di rojnameya Dunya de nûçeyeke amade kiriye. Di nûçeyê de daneyên TESK'ê (Konfederasyona Esnaf û Senetkaran a Tirkiyê) hatine weşandin û tê gotin ku tenê di meha pûşperê/hezîranê de 7 hezar û 222 esnafan kilît li deriyê xwe dane.

Vane ji nûçeyê hin agahiyên balkêş:

- Di 15 rojên vê mehê de li gor heman mehê a par, li ser înternetê îlanên dikanên firotinê sedî 51 zêde bûye.

- Ev rêjeya zêdebûna îlanên firotina dikanan di meha borî de sedî 77 bû.

- Di vekirina dikanan de hêdîbûn xwe nîşan dide.

- Nûnerên kargehan diyar dikin ku tevdîr neyên girtin dê girtina dikanan dakeve astek bilindtir.

- Li gor TESK'ê mîlyonek û 906 hezar esnaf û 2 mîlyon û 58 hezar kargeh di 3 hezar û 4 odeyên esnafan de qeydkirî ne. Di 6 mehên îsal de hejmara kargehên hatine girtin 35 hezar û 965 e. Tenê di meha pûşperê de 7 hezar û 222 kargeh hatine girtin. Di 5 salên dawî de ji bo vê mehê ev reqema herî bilind e.

- Piraniya kargehan pirsgirêka wan a sereke kirêya cihê wan e.

Mexaze têne girtin

Endamên Komeleya Markeyên Yekbûyî (BMD-Birleşmiş Markalar Dernegi) jî di nav rewşek giran de ne. Di meha gulanê de sedî 71.7'ê wan gotiye piştî vekirinê ew difikirin mexazeyên xwe bigirin. Serokê BMD'ê Sinan Oncel gotiye di meha gulanê de rewşa xirab dest pê kir, pûşperê de dom kir û ger di meha tîrmehê kirê neyên daxistin dê gelek cih bêne girtin. Oncel dibeje girtina mexazeyên li AVM'yan zêde bibin dê vegera wan jî ehmet be.

Serokê TESK'ê banga planek dike

- Serokê TESK'ê Bendevi Palandoken gotiye piştî pandemî cih vala mane, esnafan kar nekiriye û encamên vê yên aboriyê niha xwe nîşan dane. Palandoken gotiye ku pêdivî bi çêkinina paketa alîkariyê ya ji bo esnafan heye û wisa gotiye, "Di welatên pêşketî de ji esnafan 5 salan bac nayê girtin. Rewşa me ew qas ne pêşketî ye lê dîsa jî 3 salan bac neyê girtin,  dê rewş hinek baş bibe."

Palandoken li ser karkeran jî wisa gotiye, "Di saziyên kamûyê (saziyên bi dewletê ve girêdayî) kar nîn e, gelek ciwan li mala xwe betal rûdinin. Saziyên taybet jî naxwazin mirovan bigirin kar. Ger dewlet piştgirî nede û rewş wisa bidome dê daneya girtina kargehan sedî 20 zêdetir bibe."

Cihên xwarinê sedî 30 dê bêne girtin

Serokê TURES'ê (Komeleya Hemû Restoran û Tûrîzmkaran) Ramazan Bingol gotiye ku piştî pandemiyê cihên xwarin û vexwarinê nû nû tên ser mehdê xwe û wisa dibêje, "Zehmetiya mezin niha dest pê dike.  Ji niha de xebera girtina cihan tê me. Cihên ku karên wan bi ser tûrîstan re ye dê zêdetir girtin çêbibin.

 

 

Serepeyv