Pizêşkiyan: Xelkê Îranê derseke mezin da destdirêjkarên Siyonîst
Serokomarê îranê amajeyî êrişa cinayetkarane ya Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ser Îranê kir û got: Hêzên çekdar ên Îranê anegorî xala 51`ê ya rêziknameya NY berevaniya xelkê xwe kirin û derseke mezin dan êrişkeran.
Mesûd Pizêşkiyan bi şermezarkirina êrişa Rejîma Siyonîst ser axa Îranê got: Ev rejîma bi binpêkirina aşkera ya hemû qanûnên navnetewî li gel artêşa destdirêjkar a Amerîkayê, êrişî axa Îranê kir û di 12 rojan operasiyona destdirêjkarane de, komek ji karên cinayetkar dijî hêzên leşkerî yên derveyî pêispartiya xwe, mamosteyên zanîngehê û welatiyên sivîl û binavahiyên aştiyane yên enerjiya navokî ku di bin çavdêriya Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê de bûn herwiha binavahiyên gelanî pêk hat.
Pizêşkiyan spasiya helwestên bi berpirsiyarî yên welatên herêmê û endamên ECO`yê di dema qeyranê de kir û tekez kir: Civîna 17`emîn a ECO`yê derfeteke hêja ye ku careke din êrîşên vê dawiyê û gefên herêmî û cîhanî yên ji wan çêdibin, careka din ji bo xelkê cîhanê werin vegotin.