Tîrmeh 22, 2020 19:55 Asia/Tehran
  • Li Wanê 23 çivîkên birîndar ên hatin dermankirin berdan çolê

Li Wanê 23 cure çivîkên birîndar an jî zêde westiyabûn û ji ber vê hatin dermankirin, berdan çolê.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Wanê 23 cure çivîkên birîndar an jî zêde westiyabûn û ji ber vê hatin dermankirin, berdan çolê.

Welatiyan demek berê li cihên cuda 7 baz, 6 teşîlok, 3 sûsik, 6 qijik û başokeke birîndar dîtibûn û teslîmî Navenda Rehabîlîtasyon û Parastina Heywanên Kovî ya Zanîngeha Wanê kiribûn da ku bên dermankirin.

Dermankirina wan temam bû û bi beşdarbûna Midûrê Herêma 14emîn a Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê, Mustafa Şenturk û tîmên Parastina Hawirdor a Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr civîkên ku baş bûne berdan çolê.

Midûrê Navenda Rehabilîtasyonê Prof. Dr. Lokman Aslan ji rojnamevanan ra daxuyand ew heywanên birîndar derman dikin û berdidin derva.

Aslan wiha got: "Îro me 23 çivîk berdan xwezayê. Li Tirkiyê di carekê da berdana evqas heywanan a bi hev ra çêdibe. Em spasiya malbat û tîmên piştgirî dan, dikin."

Welatî Ahmet Îpînê çivîkeke birîndar teslîmî navendê kiribû jî got divê hemû însan ji bo heywanan hesas û baldar bin.

Piştî bernameyê navendê belgeyeke spasiyê da welatiyên ku çivîkên birîndar anîbûn.

 

Serepeyv