Çivîkên koçber Gola Masiyan dixemilîninG
Tîrmeh 22, 2020 19:55 Asia/Tehran
ola Masiyan a li Agiriyê bi çivîkên koçber xemilî.
Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Gola Masiyan a li Agiriyê bi çivîkên koçber xemilî.
Gola Masiyan a ku 28 kîlomêtro dûrî Taşliçaya navçeya Agiriyê ye, yek ji wan navendên turîzmê ye.
Raqima golê 2 hezar û 241 e û Havînê ji çivîkên koçber ra dibe sitargeh.
Çivîk him dikevin avê hênik dibin, him ji golê masiyan digirin dixwin û him jî li vir cot dibin.
Gelek çivîkên curbicur ên li dora golê dîmenên xweş derxistin holê û herêmê şên dikin.