Erdoxan û Mêrkêl li ser Sûriye û Lîbyayê axivîn
Tîrmeh 22, 2020 14:58 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê û serokwezîra Almanyayê di gotûbêja telefonî derbarê alûgorên Sûriye û Lîbyayê û têkoşîna dijî Koronayê axivîn.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya AA'yê, Erdoxan û Mêrkêlê di vê gotûbêja telefonî da mijarên aborî û geştyariyê jî hilkolandin.
Ev di halekî da ye ku Parlimana Misirê roja Sêşemiyê destwerdana leşkerî ya Qahireyê li Lîbyayê erê kir.