Amerîkayê 8 balafirên F-35 ên Tirkiyê da artêşa xwe
Amerîka 8 ji wan balafirên şer ên F-35 ku ji bo Tirkiyê hatine çêkirin, radestî Hêza Esmanî ya artêşa xwe kirin. Senata Amerîkayê jî desthilat daye Hêza Esmanî ya welatê xwe ku heşt balafirên ji bo Tirkiyê hatine berhemanîn, veguhêze.
Medyaya Amerîkayê li ser navê berpirsên Pentagonê ragihandine, piştî dûrxistina Tirkiyê ji proja kirîna wan balafirên şer, ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, Pentagonê biryar daye 8 ji wan balafiran nede Tirkiyê û ew balafir radestî artêşa Amerîkayê hatine kirin.
Malpera Yeni Şafakê ya Tirkiyê jî ragihandiye, 8 balafirên F-35A Lightning II ku li Amerîkayê bo Tirkiyê hatibûn çêkirin, radestî Hêza Esmanî ya Amerîkayê hatine kirin.
Tirkiyê girêbesta kirîna 100 balafirên F-35 li gel Amerîkayê heye, lê belê ji ber kirîza sîstema mûşekî ya S-400 ya Rûsî û alozbûna peywendiyên navbera Waşington û Enqerê, Tirkiye ji wê programê hatiye dûrxsitin.
Bihayê her balafireke F-35 digihe 77 milyon û 900 hezar dolarî.
Kompaniya sereke ya berhemanîna balafirên F-35 ku kompanya Lockheed Martin a amerîkî ye, heftiya bihorî navê Tirkiyê ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên vê firokeyê derxistibû.
Li aliyekê din, çarenivîsa 6 balafirên din ên F-35 ku pêştir bo Tirkiyê hatibûn berhemanîn û ketibûn di bin mulkiyeta wî welatî de, lê belê her li Amerîkayê mabûn û hêj radestî Enqerê nehatine kirin, ne diyar e.
Tirkiye yek ji 9 welatên beşdar di berhemanîna balafira pêşketî ya F-35 de ye û hin parçeyên wê balafirê ji aliyê wî welatî ve tên çêkirin.
Ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, ku sîstemeke berevaniya esmanî ye, peywendiyên Amerîka û Tirkiyê gelek aloz bûne.