Tîrmeh 21, 2020 11:24 Asia/Tehran
  • Tirkiye-20 kesên din ji ber koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarê 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku 918 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 20 kes jî bi Koronayê mirine.

Êvara borî 20.07.2020an Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca agahiyên nû yên nexweşiya vîrusa Koronayê ji tora medya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê belav  kir. Li gorî zanyariyên Koca 43 hezar û 404 pişkinînên nû hatine kirin û 931 pêketiyên nû hatine tomarkirin û 20 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha 992 nexweş jî baş bûne.

Ligor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê heta niha 220 hezar û 572 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 203 hezar û 2 nexweş baş bûne. Herwiha 5.508 nexweş jî bi Koronayê mirine.

Serepeyv