Bi teqîna mayînê 3 çekdarên Tirkiyê li Hekariyê hatin kuştin
Tîrmeh 19, 2020 11:21 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku 3 çekdarên vî welatî ji ber teqîna mayînê li parêzgeha Hekariyê hatine kuştin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku ji ber teqîna mayînê ya roja Şemiyê li ser riya erebeya hêzên çekdar ên Tirkiyê li cadeya Bizyamaçê bo Şemdînliyê li parêzgeha Hekariyê, du çekdar û hêzekî xwecihî hatine kuştin.
Li gorî vê raporê, teqîna mayînê bi destê endamên PKKê û bi kontrola ji riya dûr va pêk hatiye.