Tîrmeh 18, 2020 22:41 Asia/Tehran
  •  Mozvanên gerok li zozanên Meletiyê ne

Gelek mozvanên ji navçe û bajarên dorberê hatin Meletiyê kewarên xwe datînin zozanan.

 Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gor daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanan, hat diyarkirin ku Tahir Macîtê Midûrê Bajêr mozvanên li zozanên Taxa Arinliyê kewarên xwe danîne ziyaret kir, pirsgirêkên wan guhdarî kir û agahî sitand.

Tahir Macît diyar kir ku li Puturgeyê 10 hezar kewarên sabît û 17 hezar kewarên gerok hene û wiha pê da çû: "Ev dera ji bo mozvaniyê û hingiv kêrhatî ye û potansiyela vê derê zêde ye.

Karxaneyên li vê derê mozvaniyê dikin û mozvanên ji derva tên nika li herêmê ne. Navçeya me ji bo mozvaniyê gelekî kêrhatî ye û tebîeta vê derê gelekî dewlemend e. Ji ber ku mozvan ji vê derê îstifade dikin em kêfxweş dibin."

Ahmet Tutuşê ji Gergera navçeya Semsûrê (Adiyeman) hat vê derê diyar kir ku 860 kewarên wî hene, serê kewarê kêmzêde 20-25 kîlo hingiv hildide.

Tutuş got ku herêm ji bo mozvaniyê gelekî xwedîpotansiyel e û wiha axivî: "Em hin wextan li vê derê kewaran datînin, gelek kulîlk û gunî li vê derê hene û kapasîteyê 4-5 qat zêde dikin."

 

 

 

 

Serepeyv