Tîrmeh 18, 2020 17:55 Asia/Tehran
  •  Koçerên li Zozanê Nebirnavê: Em fêrî vê jiyanê bûne

Koçer her sal ji herêmên wek Botan û Xerzanê berê xwe didin zozanên Colemêrgê. Koçerên ji wan herêman hatine li Zozanê Nebirnavê bicih bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Koçerên herêma Botan û Xerzanê piştî li herêma wan bihar bi dawî bû berê xwe dan zozanên Colemêrgê. Koçerên ji bajarên wek Şirnex, Sêrt û Êlihê piştî li herêma wan bihar bi dawî bû berê xwe dan Colemêrgê û bi dû rêwîtiyek dûr li Zozanê Nebirnavê ya Colemergê bicih bûn. Koçer dibêjin ku ew nêzî du mehan bi rê de dimînin. Niha ew li zozan in û konên xwe vedane û keriyên pêz xwedî dikin. Li şûna ku koçeran lê daniye hêj belekiyên berfê hene û ji bo bi şevê germ bibin sobeyan vêdixin. 

ŞEVÊN WAN SAR DERBAS DIBIN 

Delal Îlbaş a koçer anî ziman ku ew di meha nîsanê ji Sêrtê ber bi Colemêrgê ve derketine rê û hêj zozanên ew lê ne serma ye û dicemidin lê bi taybetî şevê sar e. Îlbaş da zanîn ku koçerî her çiqas jiyanek bi zehmet be jî ewqas jî pê kêfxweş dibin û ew 5 malbat bi hev re çûne. Îlbaş got her malbetek xwedî keriyê hezar pezî ye. Îlbaş got koçerî li zozanan xweş e û xwest her kes bi karê sewalkariyê ve mijûl bibe. 

EW GELEK ZEHMETIYAN DIKIŞÎNIN

 Şîrîn Îlbaş jî diyar kir ku ew ji biçûkatiya ve jiyana koçeriyê didomîne û li aliyekî bêrîvaniyê dike li aliyekî din jî karûbarê nava malê dike. Îlbaş anî ziman ku ji ber ew hewceyî kesî nebin neçar in vî karî bikin û her çiqas zehmet be jî lê ji bo debarê neçarin koçeriyê bikin. Îlbaş xwest her kes vegere gundên xwe û li cewherê xwe yê çanda gundan vegere û carek din zindî bibe. 

GUND ŞÊN BIBIN WÊ JIYAN JÎ ZINDÎ BIBE

 Mehmet Şîrîn Îlbaş jî destnîşan kir ku seranaserî jiyana wan bi koçeriyê derbas bûye û ew ê 4 meh li Zozanê Nebirnavê koçeriyê bikin û pişt re vegerin cihê jê hatine. Îlbaş diyar kir ku her kes arasteyî karûbar û jiyana gundan bibe û li şûna însan li bajaran perîşan dibin divê vegerin ser av û axa xwe jiyan bikin û heke gund şên bibin wê jiyan jî zindî bibe. 

ROJANE 600 LÎTRE ŞÎR

 Ozan Koçer ê şivaniyê dike jî da zanîn ku keriyê pezê wî rojane 600 lître şîr didin û ew jî bêrîvaniyê dikin û pez didoşin û ji bêrîvanan re dibin alîkar. 

FÊRÎ JIYANA BI ZEHMET BÛNE

 Emîne Koçer jî anî ziman ku ew jinen koçer gelek zehmetiyan li zozanan dikişînin û ew fêrî wê jiyana bi zehemt bûne û tiştek din ew pêve mijûl bibin nîne loma koçeriyê dikin.

 

 

Serepeyv