Tîrmeh 18, 2020 10:10 Asia/Tehran
  •  Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin

Li Gola Wanê xebata dîtina cenazeyên penaberan didome û duh jî yek jê zarok 2 cenaze hatin dîtin.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Gola Wanê keştiyek penaberan noqî avê bûbû. Xebatên dîtina cenazeyên penaberan didome. Di lêgerîna li nêzî Grava Çarpanak bi kurahiya 106.5 metre di bin avê de yek jê zarok cenazeyê 2 kesan hat dîtin. Heta niha hejmara cenazeyên hatine dîtin gihîşt 42 kesan.

 

 

Serepeyv