Tîrmeh 18, 2020 10:10 Asia/Tehran
  •  Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin

Welatiyên bi navê Nafiye Orhan û Ayşe Avci ku li Wanê dijîn, li dijî bihabûnê dikanek ji xwe re kirê kirine û têde lihêfan çidikin û pê debara xwe dikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li welat ji ber krîza ku her roj kûr dibe, hejmara bêkaran zêde dibe û ji ber zemên ku li pey hev tên kirin jî mirov nikarin debara xwe bikin. Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê welatiyên bi navê Nafiye Orhan û Ayşe Avci ku li taxa Cevdetpaşa dijîn, ji bo ku di nav van şertên zehmet de karibin debara xwe bikin, dikana çêkirina lihêfan vekirin.

 BI HEZKIRIN DIXEBITIN

 Nafiye Orhan, li cem jineke din hînê çêkirin û dûritina lihêfan bûye û beriya 2 salan jî dikaneke biçûk kirê kiriye û bi Ayşe Avci re dest bi vî karî kireye. Orhan û Avci, destnîşan kirin ku karê xwe bi hezkirin dikin û pê debara xwe dikin û hewl didin li ser piya bimînin. 

HIN ROJ QET KAR NAKIN

 Orhan, da zanîn ku karê ku dikin lêçûnên dikana wan û kirêya mala wê derdixe û wiha got: “Hin rojan em baş kar dikin lê hin rojan jî qet kar nakin. Vîrûsa koronayê jî bandor li karê me kir. Beriya vîrûsê me her roj siparîş werdigiritin, lê bi vîrûsê re karê me hindik bûye.” 

PÊVAJOYA ÇÊKIRINÊ 

Orhan, bi lêv kir ku ji şûştina hiriyê heta dûritina lihêfê ew bixwe pê re mijûl dibin û ev tişt anî ziman: “Hirî ji me re bi siparîşê tê. Destpêkê em hiriyê dişon. Piştî ku hirî ziwa dibe, em striyên di nav de yeko yeko derdixin. Piştî vê em derbasî çêkirina lihêfê dibin. Karê me zehmet e. Bi taybetî jî em dema dirûtinê diwestin. 

JI NEÇARÎ DIXEBITE 

Ayşe Avci jî destnîşan kir ku ji ber hevjînê wê nikare bixebite, dest bi vî karî kiriye û wiha got: “Em tenê bi vî karî debara xwe dikin. Bi malbata xwe re di maleke bi kirê de rûdinim. Komek zarokên me hene. Di aliyekî de jî li wan dinerim. 2 zarokên min jî girtî ne. Ji neçarî dixebitim. Ji ber temenê xwe zehmetî bikişînim jî neçar im ku bixebitim.” 

Avci, gat ku divê dewlet piştgiriya kargehên biçûk ên mîna wan bike û daxwaz kir ku piştgiriya ceyran û kirê ji bo wan bê kirin.

 

 

Serepeyv