Tîrmeh 17, 2020 14:54 Asia/Tehran
  • Jimara kesên ku heya nihali Tirkiyê ji ber Koronayê mirine gihêştiye 5 hezar û 440 kesan

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarê 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku 933 pêketiyên nû yê vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 21 kes jî bi Koronayê mirine.

Êvara roja pênçşemê 16.07.2020an Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca agahiyên nû yên nexweşiya vîrusa Koronayê ji tora medya civakî ya li ser hesabê xwe yê Twitterê belav  kir. Li gorî zanyariyên Koca 42 hezar û 411 pişkinînên nû hatine kirin û 933 pêketiyên nû hatine tomarkirin û 21 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha 1.087 nexweş jî baş bûne.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê heta niha 216 hezar û 837 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 198 hezar û 820 nexweş baş bûne. Herwiha 5 hezar û 440 nexweş jî ji ber Koronayê mirine.

Serepeyv