Tîrmeh 16, 2020 14:53 Asia/Tehran
  • Di encama ketina firokeya leşkerî ya Tirkiyê da 7 kes mirin

Wezareta karên hundir a Tirkiyê ragihand ku di encama ketina firokeyeke naskirinê li parêzgeha Wanê 7 çekdarên vî welatî mirin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Kurd Pressê ji zarê rojnameya Haber turkê, Silêman Soylû, Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê got ku ev firokeya naskirinê di bilindahiya 2 hezar û 200 mitrî ji erdê da li çiyayê Artûsê ketiye.

Li gorî vê raporê di vê bûyerê da 2 firokevan û 5 leşkerên din mirine.

Soylû got: Ev firoke cara dawîn saet 22:32 li gorî dema xwecihî (roja Çarşemiyê) li navçeya Baş Qeleyê bi birca çavdêriyê ra ketiye têkiliyê û piştî 13 deqîqeyan di saet 22:45 da ji radarê derketiye.
Tîkeyên firokeyê saet 03:00 hatine dîtin.

Serepeyv