Tîrmeh 16, 2020 09:26 Asia/Tehran

Berdevka Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Sevtap Akdağ Karahali, bi munasebata salvegera mirina siyasetmedar û zimanzan Celadet Elî Bedirxan daxuyaniyek da û ev tişt got: “Li dijî polîtîkayên pişaftinê, çand û ziman em Celadet Elî Bedirxan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Berdevka Komîsyona Huner, Çand, Werzîş û Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Sevtap Akdağ, bi munasebata salvegera mirina siyasetmedar û zimanzan Celadet Elî Bedirxan daxuyaniyeke nivîskî da. Akdag, diyar kir ku Celadet Elî Bedirxan li pey xwe mîrateyeke mezin hiştiye û wiha got: “Ji ber vê yekê em di salvegera 69’emîn mirina wî de Celadet Elî Bedirxan bi rêzdarî bi bîr tînin.” 

EMRÊ XWE BEXŞAND 

Akdag, bi bîr xist ku Celadet Elî Bedirxan li gel sirgunê jî ji bo hebûn û nasîna mafên kurdan li her qadê têkoşiyaye û berxwedanên ku ji bo vê armancê derketin holê paşguh nekiriye.  Di berdewamê de Akdag, bal kişand ser xebatên ji bo zimanê kurdî û xebatên wêjeyê yên Celadet Elî Bedirxan û derbarê mijarê de ez tişt anî ziman: “Di 15’ê gulana 1932’an de Kovara Hewarê derxistiye û ronakbirên kurd ên mîna Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza, Qedrî Can û Cegerxwîn gihandiye hev. Di hejmara 27’an a kovarê de ji bo ciwanan ev titş dibêje: “Kurdîtiya bê ziman rêzgirtinê ji mirov re çênake, ev ji bo me şermeke mezin e. Emrê xwe ji bo pêşxistina zimanê kurdî bexşand. Ji bilî derxistina kovarê ji bo standartîzasyon û pêşxistinê kurdî jî bingeke baş ava kir.”

BANGA XWEDÎ DERKETINA MÎRATEYA BEDIRXAN 
Di dawiya daxuyaniya xwe de Akdag, pêkanînên qeyûm ên li dijî zimanê kurdî jî bi bîr xist û ev bang kir: “Li dijî polîtîkayên pişaftinê, çand û ziman, di şexsê Celadet Elî Bedirxan de hemû kesayetên kurd  bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji mîrateya wan fêm bikin û bigihînin nifşên nû.” 

Serepeyv