Tîrmeh 13, 2020 19:21 Asia/Tehran
  •  Hejmara miriyên keleka noqî avê bûbû derket 29’an

Ji keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû û piştre di kûrahiya 107 metreyan de hatibû dîtin, 3 cenazeyên din jî hatin derxistin. Hejmara kesên ku di kelekê de jiyana xwe ji dest dane derket 29’an.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Di 27’ê Hezîranê de keleke ku di navbera 70-80 penaber têdebûn nêzî girava Çarpanaxê ya Gola Wanê noqî avê bûbû û piştre di kûrahiya 107 metreyan de hatibû dîtin. Di xebatên lêgerîna cenazeyan ku 17 roj in didome de îro jî serê sibehê cenazeyê 3 penaberan ji kelekê hat derxistin. Hejmara kesên ku di kelekê de jiyana xwe ji dest dane derket 29’an. Her sê cenazeyên ji peravê birin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.

 

 

 

 

 

Serepeyv