Tîrmeh 13, 2020 19:02 Asia/Tehran
  •  Ji ber lehiya ku li Erzurûmê rabû, avê girt ser xaniyekê

Li Oltuya navçeya Erzurûmê lehî rabû û avê girt ser xaniyekê, zirar gihişt hinek rêyan û erdên çandiniyê.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li navçeya Oltuyê baran gurr a ku êvarê bariya bû sedema lehiyê.

Ji ber lehiyê li taxa Ayvaliyê zirar gihişt zirar gihişt hinek rêyan, erdên çandiniyê û bexçeyan.

Muxtarê taxê Musa Demir ji nûçegihanê AA'yê re ragihand barana ku li herêmê barî di demeke kurt de bandora xwe zêde kir û lehî rabû û ava lehiyê girt ser xaniyekî û herwiha zirar gihişt baxçe û erdên çandiniyê.

 

 

Serepeyv