Korona û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Botanê jî dike
Şewba vîrûsa koronayê û krîza aborî bandorek neyînî li ser kirîn û firotina cil û bergên herêma Botanê jî kir. Esnafan gotin ji ber karê wan nabe, nikarin kirêyên xwe bidin û herî zêde îsal zirar kirine.
Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Zeynep Dûrgûta ku ev rapor amade kiriye dibêje: "Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kargehên ku cil û bergên herêma Botanê difiroşin, ji ber krîza aborî û şewba virûsa koronayê (Kovîd-19) karê wan sekinîne. Li herêmê ji ber koronayê ku dawet û şahî nayên kirin, cil û bergên herêmê pir kêm tên firotin. Li Sûka Kevn a Cizîrê xwediyên kargehên cil û bergên herêmî çêdikin û difiroşin diyar kirin ku vîrûsa koronayê bandoreke neyînî li ser karê wan kir û rewşa wan a aborî her ku diçe xerab dibe."
‘EM NIKARÎN HEQÊ KIRÊYÊN XWE BIDIN’
Xwediyê kargeha cil û bergan Xanî Akdogan anî ziman ku li gel belavbûna şewba koronayê karên wan sekiniye û got: “Bi salane ez li vê sûkê cil û bergên herêmî difiroşim. Beriya niha ji her derê welatî dihatin cil û berg dikirîn. Lê ji ber vê nexweşiyê êdî kes nayê. Her cûre kar hatine sekinandin. Ev qasî 2 meh in em kargeha xwe vedikin, lê heta êvaran em vala rûdinên. Hêviya me ew e ku li gundan dewat dest pê bikin. Li vê herêmê di nava rojê de jî jin van kincan li xwe dikin. Lê di heman demê de ev krîz bandoreke neyînî ser çandê jî dike. Xelk nikare tiştek bikire û ji ber vê yekê jî ji çanda xwe dûr dikeve. Dema ku şahî, kêfxweşî nebe xelk kincên herêmî jî nakirin. Kireyên 4 mehan ketine ser hevdû. Gelo em ê çawa bidin? Em nikarîn kireyên kargehên xwe bidin. Beriya niha 30 karkeran kar dikir, niha ev hejmar daketiye 10 kesan. Nexweşî heye, lê belê ji bo aboriya xelkê jî divê rayedar tiştekî bike.”
‘KARÊ ME SEKINÎ’
Karkerê kargeha cil û bergan Mesût Deger jî derbarê rewşê de wiha got: “Piştî ku ev nexweşiya li cîhanê belav bû, hemû kar û kargeh hatin girtin. Bandorek neyînî li ser me kir. Lê pişt re li Cizîrê belav bû. Li gel zêdebûna nexweşiyê jî êdî kes nehat Cizîrê. Ketin û derketin bi giştî sekinîn. Karê me jî bi pîranî di mehên havînê de heye. Bi saya dewatan em debara xwe dikin. Lê ji ber ku îsal dewat û şahî jî çênabin karê me sekinî. Em hêvî dikin ku baş bibe. Mûşterî qet tune ne. Em hêvî dikin ku ev nexweşiya biqede û aboriya welat baş bibe.”
‘RO BI RO QEZENC DIKIN’
Esnaf Zekî Kayaalp jî diyar kir ku danûstandina cil û bergan a ji derve sekiniye û got: “Ev bi qasî 3 mehan e kare me ji sedî 80’ê sekinî ye. Bazar û bazarganiya kincên kurdî pir kêm bûye. Cil û berg ji Iraqê, Îranê tên. Lê ji ber vê nexweşiyê ew jî sekiniye. Depoyê de kincên me nemane. Pasaportên me hemû şewitîn. Em bi zehmetiyeke mezin re rûbirû ne. Kar hebe nebe, em ji nêçariya xwe kargehên xwe vedikin. Me îsal zirareke mezin dît. Sala par rojane me 2 hezar lîre qezenc dikir, niha rojane em encax 100 lîreyî qezenc dikin. Em hema roja xwe derbas dikin.”